PeyamaKurd - Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Irfan Siddiq, ji medyaya Erebistana Sûdiyê re axivî û bal kişand ser rewabûna hebûna hêzên hevpeymanan li Iraqê.
Siddiq da zanîn ku ew fêm nake ka kîjan alî û bi çi mafî hêzên hevpeyman wekî "dagirker" pênase dikin û banga berxwedanê li dijî wan dikin.
Balyozê Brîtanyayê bal kişand ser wê yekê ku hebûna hêzên Amerîkayê li ser bingeha vexwendineke fermî ya hikûmeta Iraqê pêk hatiye û loma bi temamî "rewa û yasayî ye".
Siddiq, diyar kir ku ew rêzê li rola Heşda Şebî ya di şerê li dijî terorê de digirin, lê divê bi heman şêwazî rêz li keda girîng a hêzên hevpeymanan jî were girtin.
Irfan Siddiq da zanîn, hinek komên çekdar ên di nav Heşda Şeibî de hene ku pirsgirêka van milîsan tenê bi operasyonên leşkerî ve ne girêdayî ye û got, rasterast mijûlî çewsandin, bêzarkirin û zextê ne li ser welatiyan.
Balyozê Brîtanyayê ji bo wan milîsên got ku "bûne mafya" û rexneyên tund li wan kir.