PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDKS), bi sedan kes ji bo şermezarkirina êrîşên moşekî û dronî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê daketin qadan.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Horo Osman di dema çalakiyê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku gelê Efrînê di van rojên dijwar de li kêleka Serok Barzanî û gelê Herêma Kurdistanê ye.
Osman destnîşan kir ku terora moşekên balîstîk ên Îranê û milîsên girêdayî wê, tu carî nikarin îradeya gelê Kurd bişkînin û peyama "hûn ne tenê ne" ji birayên xwe yên li Başûr re şand.