PeyamaKurd - Wezîrê Dewletê yê Almanyayê ji bo Karên Derve Dr. Geza Andreas von Geyr, di peywendiyeke telefonî ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re de, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî êrîşa dronî ya li ser mala Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar kir.
Von Geyr destnîşan kir ku Almanya girîngiyeke taybet dide aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê û hevxemiya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê nîşan da.
Serok Nêçîrvan Barzanî jî spasiya helwesta dostane û piştgiriya berdewam a Almanyayê kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê her tim daxwaza aştiyê dike. Barzanî diyar kir ku ew ji bo parastina aramî û asayîşa Iraq û herêmê dixebitin û daxwaza xwe ya ji bo xurtkirina hevkariyên di hemû waran de dubare kir. Herwiha her du aliyan rewşa siyasî ya herêmê û pêşhatên dawî yên şerê heyî jî nirxandin.