Azerbaycan: 9 kesên bi hewldana Îranê dixwestin darbeyê bikin hatin desteserkirin

Azerbaycan: 9 kesên bi hewldana Îranê dixwestin darbeyê bikin hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Dezgeha Ewlehiya Komara Azerbaycanê û Dadweriya Azerbaycanê ragihandin ku 9 kesên ku dixwestin bi hewldana Îranê darbeyê li Azerbaycanê bikin hatin desteserkirin.

Di daxuyaniya hevpar a herdu saziyên Azerbaycanê de hatiye ragihandin ku 9 kesên xelkê Komara Azerbaycanê hatine binçavkirin ku “Wan 9 kesan dixwest bi rêya tundûtîjîyê û bi birêveberiya Îranê li Azerbaycanê darbeyê bikin.”

Hat diyarkirin ku 9 kesên hatine desteserkirin hemwelatiyên Komara Azerbaycanê ne û hewl dane ku kesayetiyên berçav û payebilind ên Komara Azerbaycanê tereror bikin.

Meha Nîsanê jî 6 kes bi tawana hewldana darbeyê hatibûn biçavkirin û hatibû ragihandin, ew 6 kes girêdayî rejîma Îranê ne û piştre jî Azerbaycanê 4 kes ji karmendên balyozxaneya Îranê ji dersînor kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin