PeyamaKurd – Parlamenterê Iraqê Ebdullah Xerbît li ser neliheviya siyasî ya diyarnekirina namzedekî zilam bo serokwezîriya Iraqê got, madem Iraqî li ser zilamekî bo serokatiya hikûmetê li hev nakin, werin em jinekê hilbijêrin.
Parlamenterê Hevpeymaniya Hêzên Iraqê (Sunne) Ebdula Xerbît, ji medya Iraqê re ragihand ku gelek zehmet e aliyên Iraqî di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinê li ser diyarkirina serokwezîrê nû..
Ebdula Xerbît wiha got, “Heta niha ya fikra herî baş ew e ku ji bo serokwezîrtiyê namzedeke jin were nîşandan. Ji ber aliyên Iraqê li ser diyarkirina zilamekî li hev nakin.”
Di dîroka nêzî sed salan a Iraqê de, heta niha ti jinek li Iraqê wekî serokomar, serokwezîr û seroka parlamenê nehatiye hilbijartin û ew post wernegirtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin