PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li gundê Melhe yê ser bi navçeya Daqûqê ya parêzgeha Kerkûkê, guleyeke hawanê li nava gund ket û di encamê de jineke 45 salî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî jêderên Polîsê Kerkûkê, ew jin piştî birîndarbûna xwe bo Nexweşxaneya Hewîceyê hatiye rakirin û ji ber giraniya birînên xwe can daye.
Hate diyarkirin ku piştî êrîşê Artêşa Iraqê derdora gundê Melheyê girtiye û ew der bi temamî dorpêç kiriye. Ji bo rêgirtina her aloziyekê û ji ber tîmên pispor mijûlî lêkolînê ne, rê nayê dayîn ku ti hêzeke din derbasî nava gund bibe.
Heta niha aliyê berpirsyar û cihê ku gule jê hatiye avêtin nehatiye tespîtkirin û lêpirsîna hêzên ewlehiyê li ser bûyerê didome.