Jirinovski: Erdogan ji min re got em amade ne ku ji NATOyê derkevin

Jirinovski: Erdogan ji min re got em amade ne ku ji NATOyê derkevin

PeyamaKurd – Serokê Partiya Demokratên Lîberal (LPDR) Vladimir Jirinovski, ragihand ku di hevdîtineke de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jê re gotiye em amade ne ku ji NATOyê derkevin.

Jirinovski bi rêya Telegramê daxuyanî da, “Bi Serokomarê Tirkiyê Recep (Tayyip) Erdogan du caran hev du dît. Wî ji min bi xwe re got ku ew amade ne ku ji NATOyê vekişin. Dixwazin bibin endamekî Yekîtiya Ewropayê (YE) lê nayên qebûlkirin. Daxwazan  yek bi yek tînin cî lê dîsa jî daxwaza wan nayê cî lê ji ber laskyona wê ya stratejîk, ji bo NATOyê hat qebûlkirin.”

Jirinovski diyar kir ku di demên pêş de dê perywendiyên Rûsya û Tirkiyê ji yên Belarus û Gurcistanê baştir bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin