Rûhanî gef xwar: Dê Îran nikaribe we biparêze

Rûhanî gef xwar: Dê Îran nikaribe we biparêze

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di konferansa ‘têkoşîna dijî terorê’ ya li Tehranê hat lidarxistin de, li ser sepandina dorpêçên Îranê gef li Amerîka û welatên Rojavayî xwar.

Rûhanî dorpêçên Amerîkayê wekî ‘terora aborî’ bi nav kir û got, “Di encama van dorpêçan de, dibe ku Rojavayî rûbirûyî madeyên hişbir, penaberan, bombe û pêlên terorîzmê bibin.”

Rûhanî di berdewamê de jî got, heger ev dorpêç bandorê li ser têkoşîna Îranê ya dijî tilyak û terorîzmê bikin, dê Îran nikaribe wan ji pêla tilyak, bombe, penaber û terorîzmê biparêze.

Serokên parlamenên Afganistan, Çîn, Pakistan, Rûsya û Tirkiyê jî beşdariya wê konferansê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin