PeyamaKurd- Hêzên bi ser general Hafter li rojavayê Lîbyayê li bajarê Zawiyê, kompleksa petrolê bombebaran kir. Hukumeta Lîbyayê ya ku rewa tê qebûlkirin, binkeya bûyerê bir ser agahiyên ku şaredarê navçeya Zawiye Cemal Behr daye. Li gor şaredar; balafirên hêzên Hafter 4 êrîşan biriye ser kompleksa petrolê.
Gelek bajarên Lîbyayê li dijî hêzên Hafter seferberî îlan kiribûn da Trablûsê biparêzin ku navçeya Zawiye yek ji wan bajaran bû. Balafirên Hafter di êrîşan de 2 kesan kuştin û 8 kesan jî birîndar kirin. Rêjeya encamê ji aliyê Nexweşxaneya Perwerdê ya Zawiyê de hat ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin