PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku di teqînekî de tumgeneralekî Rûsyayê miriye û 2 leşkerên Rûsyayê birîndar bûne. Li gor ragihandina wezaretê; nêzî bajarê Dêrezorê, konwoya leşkerî ya Rûsyayê alîkariya mirovî biriye jîngehekî û di dema dagera xwe de teqemeniya ku di rê de hatibû bicîhkirin teqiyaye û tumgeneralekî miriye û 2 leşker jî birîndar bûne. Beyana wezareta bergiriyê ya Rûsyayê weha ye:
“Di 18 ê tebaxê de, li Komara Erebî ya Sûriyê konwoya leşkerî alîkariya mirovî gihandiye deverekî û di dema vegerê de, bi 15 km yan nêzî bajarê Dêrezorê, teqemeniya ku di rê de hatiye bicîhkirin teqiyaye. Di teqînê de 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûne. Di dema mudaxeleya tibbî de, şêwrimendê leşkerî yê di asta tumgeneraliyê de can daye.”
Navê tumgeneral nehat ragihandin û nehat gotin bê teqemenî ji aliyê kê de hatiye bicîhkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin