PeyamaKurd - Navenda Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku berbanga îro 21ê Îlona 2026an, li devera El-Îs a li gundewarê başûrê parêzgeha Helebê, gellek teqînên bihêz çêbûne.
Li gorî zanyariyên ewil, teqîn di nava depoyeke çek û cebilxaneyê de rû daye, lê heta niha derbarê zirareke canî an madî de agahiyeke piştrast nehatiye belavkirin.
SOHRê da xuyakirin ku ev bûyer di demeke ku di nava çend hefteyên borî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê teqînên bi vî rengî zêde de pêk tên.
Di vê çarçoveyê de, di 18ê Îlonê de jî li rojavayê Dêrezorê depoyeke din teqiyabû û di encamê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bibûn.
Rayedar lêkolînên xwe yên li ser sedema teqîna dawî didomînin.