Serokwezîr Barzanî: Divê xirîstiyan welat terknekin

Serokwezîr Barzanî: Divê xirîstiyan welat terknekin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li payîtex Hewlêrê patrîkê Antakyayê ku patrîkê rojhilata Navîn yê ortodoksane Moran Mor İğnatius II. Efram û heyeta pêre qebûl kir.

Barzanî di hevdîtina xwe de got ku ew xwedî li xweşbînî û jiyana bi hevre ya li Kurdistanê dertên. Barzanî behsa xirîstiyanên ku koçî Kurdistanê kirine kir û got ku ew naxwaze xirîstiyanên ko hatine Kurdistanê terka welat bikin, herin Awrûpa lê dixwazin ku li welat bimînin. Barzanî di behsa perwerda Suryaniyan de got ku wê perwerda bi zimanê Suryanî bêhtir bipêşbixin.

Di hevdîtinê de  Moran Mor  İğnatius II. Efram jî got ku ew sipasdarên desteka hukumeta Kurdistanê, xelkê Kurd û pêşmerge dikin bo parastina xirîstiyanan ku Kurdistan di demên xwe yên herî nexweş de karibiye çanda xweşbîniyê biparêze.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin