PeyamaKurd - Berdevkê AKPê Omer Çelik Ragihand ku hevdîtina parêzerêna bi Abdullah Ocalan re ne di derbarê hilbijartinan de ye. Çelik, “ji bo hevdîtinan biryareke dadgehê hebû, di demeke nêz de ew astengî rabû. Piştî ku astengî rabû hevdîtin pêk hat.
Berdevkê AKPê Omer Çelik piştî civîna MYKa partiya xwe daxuyanî da.
Omer Çelik derbarê mijarên rojevê de axivî û hevdîtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan ya bi parêzeran re jî nirxand.
Çelîk amaje kir ku hevdîtin ne ji bo hilbijartinên Stenbolê ye û wiha dewam kir, “hevdîtinên bi vî rengî teqez bi rojevê ve têne peywedîdar kirin. Her dem ev nîqaş hatine kirin.”
Çelik derbarê destûrayînê de jî ev tişt gotin, ” ji bo hevdîtinan biryareke dadgehê hebû, di demeke nêz de ew astengî rabû. Piştî ku astengî rabû hevdîtin pêk hat.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin