Gelo wê Erdogan Mazlûm Kobanê bide kustin?

Gelo wê Erdogan Mazlûm Kobanê bide kustin?

Piştî êrîşên dewleta Tirk û dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê, di awira gelemperî a navnetewî de nav û dengê Serdarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) Malûm Kobanê zêde û biling bû. Navdarbûn û payebilindîya Mazlûm Kobanê bi taybet Serokkomarê Tirkîyê Erdogan nerehet kiriye û dike.

Erdogan, di civîna grûpa partîya xwe de axavtina xwe ya heftane kir û bal kişand ser suîkastan û kujtina kesên naskirî.

Erdogan, sergirtî behsa kujtina Ebubekir Bexdadî û Amerîkayê kir û got: " Hinek welat terorîstên ku ji bo ewlekarîya welatê wan xeter in li ku dibe bela bibe dibînin û ji holê radikin. Naxwe ev tê wateya ku mafê Tirkîyê jî bi vê yekê heye û terorîstên ku ew (Amerîka) destê wan digre jî di nav de ne. Înşallah di demek nêzîk de emê di vê derbarê de (sûîkast û kujtina Mazlûm Kobanê) mizgînîyê bidin milletê xwe".

Piştî axavtinê, rojnamevanekî ji Erdogan pirsî û got: Gelo ew kes Mazlûm Kobanê ye?

Erdogan got: Ma meriv nûçeya vê yekê dide? Çima tu dilezînî? Ma Amerîka xeber da me û hat?

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin