Mesrûr Barzanî: Pesendkirina budçeyê ji bo Kurdistanê pêngaveke girîng e...

Mesrûr Barzanî: Pesendkirina budçeyê ji bo Kurdistanê pêngaveke girîng e...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê piştî civîna Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîneke rojnamevanî li dar xist û bersiva pirsan da.

Serokwezîr Barzanî pesendkirina budçeya Iraqê ya 2021ê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve weke serkeftinekê bi nav kir û got, pesendkirina budçeya Iraqê ya sala 2021an ji Herêma Kurdistanê re pêngaveke girîng e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: "Em pabendiya xwe bi Hikûmeta Federal re radigihînin û em li bendê ne ku Hikûmeta Federal jî pabendiya xwe bi pişkê Herêma Kurdistanê rabigihîne."

Mesrûr Barzanî got ku Serok Barzanî hiştiye helwesta aliyên Iraqê ya derbarê pesend nekirina budçeyê de were guhertin.

Mesrûr Barzanî li ser birîna mûçeyê got: “Sê jêderên me yên dahatê hene, dahata Bexdayê, dahata petrolê û dahata ne petrolê, lê belê qerz û pabendiyên me yên din hene, qerzê bankê û 250 hezara bermîl petrol rojane ji bo kompanya Somo û nîvê dahatên ne peterolê ji Hikûmeta Federalî re dibe, divê were berawirdkirin ka dahat çend e û çi ji bo Hikûmeta Federalî tê dayîn û ew çendî dişînin.”

Barzanî diyar kir: “Daxwaza me ji Hikûmeta Federalî ew e, wan xalan li ber çav bigirin û mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê wek xwe bişînin.”

Serokwezîr Barzanî di civînê de, bal kişand ser giranbûna rewşa vîrusa koronayê û hişyarîya xweparastinê da hemwelatiyan:

“Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê heye û ew biryarê didin. Lê belê ya girîng ew e ku divê xelk xwe biparêzin û erk û berpirsyariya mezin li ser milên wan ne. Heger welatî xwe biparêzin, hikûmet neçar nabe ku cihên giştî bigire. Daxwaz ji welatiyan dikim ku xwe biparêzin, ji bo bi serkeftî rûbirûyî vê nexweşiyê bibin.”

Li ser pirsa guftûgoya stratejî ya di navbera Bexda û Washingtonê de jî Mesrûr Barzanî da xuyakirin: “Hîna metrisiya terorê li ser Iraqê berdewam e, mana Hevpeymaniya Navdewletî bi girîng dizanin. Wek Herêma Kurdistanê, em nêrîna xwe pêşkêş dikin û wek beşek ji aliyên Iraqê beşdarî wan civînan dibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser çaksaziyê kiriye û dahat zêde kirine, lê belê du sedem bandorê li ser kêmbûna dahatê dikin. Yek nexweşiya Korona ye û ya din jî, li hin xalên sînorî kar bi awayekî rêkûpêk nebûye û hemû fişarekê din ji bo ew bêne rêkxistinkirin û li gor rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin.”

Herwiha got: “Em pabend in bi çaksaziyê û tê de berdewam in. Ez û Hikûmetê bi wê soza ku me daye welatiyan pabend in û destkeftiyan bi data û amar pêşkêş dikin.”

Mesrû Barzanî tekez kir, “10 meh in Hikûmeta Federalî ti mafên darayî yên Herêma Kurdistanê neşandine. Bi wê çaksaziya ku kabîneya nehem kiriye, me karî mûçeyan pê dabîn bikin û îdareya xwe bikim û projeyan jî encam bidin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî got: “Madeyeke destûrê heye ew jî madeya 140 e. Em her dem amade ne ji bo cîbicîkirina wê madeyê, lê mixabin Hikûmeta Federalî heta niha di wê pirsê de bi pêş de nehatiye. Hin çareseriyên bilez ji bo rûbirûbûna gefên terorê hene, wek nimîne, hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî de.”

Li ser rêkeftina Şingalê, Mesrûr Barzanî diyar kir, “Heta niha rêkeftina Şingalê jî cibicî nebûye ku me li gel Bexdayê li ser li hev kiriye. Astengî ji bo cibicîkirina wê hene. Aliyek heye rêgiriyê li cibicîkirina wê rêkeftinê dike.”

Herwiha got: “Her cure nêzîkbûn di navber Hewlêr û Bexdayê de, ji hemû xelkê Iraqê re dibe destkeft, ne tenê ji hikûmet û kesekî re. Pirsgirêkên teknîkî tune ne, belkû pirsgirêk siyasî ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin