Her çar dewlet li Kurda bûne yek

Her çar dewlet li Kurda bûne yek

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bi rêya telefonê bi Recep Tayip Erdoğanê serokkomarê Tirkiyê re axifî û rexne li siyaseta Amerîkayê kir.

Rûhanî di mijara avakirina dewletên peyk de weha got: “Hinek hêz dixwazin li herêmê dewletên peyk (kûkla) avabikin. Pêwiste em hevkariya xwe ya piralî zêdetir bikin û pêşî lê bigrin.”

Serokkomariya îranê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku hevdîtinên li Astana û Soçiyê bo helkirina mijara Sûriyê hêvî dide mirov û divê dewam bike.

Di mijara têkoşîna li dijî terorê de, Îran dibêje bo Sûriye ji terorê safî bibe divê terorîst ji wê derê bên paqijkirin. Hem di van mijaran de Îran bi Tirkiyê re di heman fikrê de ye. Di babeta multeciyan de jî bo dagerin welatê xwe Sûriyê, divê di demeke kurt de aramî û hûzûr li Sûriyê çêbibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin