PeyamaKurd - Dîplomatê Amerîkî û rêveberê berê yê Komîteya Cihûyên Amerîkayê (AJC) David Harris, derbarê mafê Kurdan ê avakirina dewleteke serbixwe de nirxandin kirin û pirsî ka çima ev maf di qada navneteweyî de nayê piştgirîkirin.
Harris di peyama xwe ya li ser hesabê Xê de destnîşan kir ku Filistîniyan di rabirdûyê de gelek caran derfeta avakirina dewletê bi dest xistine lê wan ev derfet red kirine.
Wî diyar kir ku tevî ku miletênKurdan ji yê Filistîniyan zêdetir e jî, bi salan e xeyala dewletbûnê dikin lê ti carî derfeteke wiha ji wan re nehatiye dayîn.
Harris di dawiya parvekirina xwe de ev pirs kir: “Heke cîhan piştgiriya avakirina dewleta Filistînê dike, çima piştgiriyê nade mafê Kurdan ê avakirina dewleteke serbixwe?”