Rûhanî: Ji xeynî teslîmbûnê ti çareyeke Amerîka nîne!

Rûhanî: Ji xeynî teslîmbûnê ti çareyeke Amerîka nîne!

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di axaftineke xwe de li ser dorpêçên Amerîka yên bi ser welatê wan de got, ji xeynî teslîmbûna hikûmeta Amerîkayê li ber qanûn û qayîdeyan ti çareyeke wê nîne.

Rûhanî bal kişand ser ku demên dawî koronayê û ambargoyên Amerîkayê pirsgirêk ji wan re derxistine û got: “Rêveberiya nû ya Amerîkayê fahm kiriye ku wan li hember Îranê xeta kirine. Hêvîdarim van şaşiyan telafî bikin û teslîmbûna li ber qanûnan ne tiştekî eyb e. Ya xirab teslîmbûna li hemberî zorbetiyê ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, rêveberiya nû ya Amerîkayê bi rêya Wezîrê Derve Antony Blinken ragihandiye ku heger Îran pabendî sozên xwe bibe û ji zêdekirina ûranyomê vegere ew dikarin ligel wan danûstandinê bidin destpêkirin û vegerin ser peymana atomî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin