Rûhanî ji bo peymana nukleerî sert danî ber Amerîkayê...

Rûhanî ji bo peymana nukleerî sert danî ber Amerîkayê...

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî got ku ew ti danûstandinê ji bo peymana nukleerî bi Amerîkayê re nakin û pê razî nabin ku ti bendek lê were zêdekirin an jî kêmkirin. Rûhanî got ku heta hemû sizayên ser Îranê ji aliyê Amerîkayê neyên rakirin ew jî paşde gav navêjin.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser peymana nukleerî ya navbera Îran û welatên 5+1 ku Amerîka di heyema Trump de jê vekişiyabû axivî.

Rûhanî got: “Em razî nabin ti guhertinek di wê peymanê de were kirin. Em ti guhertinekê pesend nakin û divê Washington pê ve pabend be.”

Hesen Rûhanî diyar kir: “Divê Amerîka berî ku vegere peymanê, sizayên li ser Komara Îslamî ya Îranê rake.”

Rûhanî got: “Eger îdareya Biden cidî ye di bikaranîna rêya dîplomasiyê bo çareserkirina kêşeyan de, bila vegere peymana nukleerî û sizayên li ser Îranê rake. Eger na, ew bi xwe ji bûyerên paşketinê, berpirsyar in.”

Serokomarê Îranê herwiha da zanîn: “Tehran amade ye vegere cîbicîkirina temamê wan pabendiyên ku li gor peymanê dikeve ser milê wê û piştî rakirina sizayan, em ê demildest pabendiyan cîbicî bikin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin