Pûtîn peymana nukleerî ya INF ê danî aliyekî

Pûtîn peymana nukleerî ya INF ê danî aliyekî

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn peymana ku di navbera Yekîtiya Sowyetê û Amerîka de bo Hêzên Navçe yên Nukleerî (INF) bide rawestandin, biryranameyê îmze kir. Kremlîn ragihand ku Amerîka pêdiviyên meşandina peymana INF ê îhlal kiriye û bi sedema ku divê tedbîr bên sitendin, peymanê danî aliyekî. Biryarname ji roja ku hatiye îmzekirin û pê de dikeve rê.

Serê meha borî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku peymana di navbera welatê wan û Yekîtiya Sowyetê de, di sala 1987an de hatibû îmzekirin ku fuzeyên nukleerî yên mesafa wan di navbera 500 û 5 hezar û 500  km yan de ne û dikarin serikên nukleerî hilgirin, yên bi peymana INF ê  hatine îmzekirin, yek alî dikarin jê vekişin.

Li ser vê beyana Pompeo serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn weha gotibû:

“Wê bersiva me jî sîsmetrîk be. Amerîka ragihand ku peymanê rakiriye aliyekî, em jî datînin aliyekî.”

Lê sekreterê NATO yê Jens Stoltenberg dubare bang li Rûsyayê kir ku pêdiviyên peymanê bîne cîh.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin