Mûstafa Kazimî: “Me cîgirê serokê ISID ê kust”

Mûstafa Kazimî: “Me cîgirê serokê ISID ê kust”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wan cîgirê serokê İŞİD ê û hem ku di nav rêxistina İŞİD ê de wezîfa parêzgeriya Iraqê dabûnê yê bi navê Ebû Yasîr Îsawî kuştine. Kazimî got ku wan bi operasyona taybet ya îstîxbaratî wî kuştine. Di derbarê ciyê bûyerê de agahî nehat dayîn lê di beyana xwe de Kazimî weha got:

“Me soz dabû wê li hemberê çeteyên İŞİD ê bi tundî bersivê bidin.”

Kazimî li ser teqînên Bexdayê yên çend roj berê ku herî kêm 32 kes hatibûn kuştin û bûyerê DEAŞ ê girtibû ser xwe, gotibû dê tola bûyerê ji DEAŞ ê hildin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin