PeyamaKurd - El-Erebiyeyê bi zarê dîplomatan ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf îro Duşemê gihîştiye Şamê û mebesta wê serdanê gihandina nameyê ji rejîma Sûriyê re ye ku Tehran piştevaniya xwe berdewam dike.
Li gorî El-Erebiye Zerîf hewl dide giraniya Îranê ligel hevsengiya giraniya Rûsyayê li Sûriyê piştrast bike û balê bikişîne ser girêdana Tehranê bi mayîna El-Esed re.
Serdana Zerîf li gel nîşaneyên li ser guhartina Rûsyayê ya stratejiyên xwe li Sûriyê bi dudiliya serweriya rejîmê li hin deverên ku birine mîna Dera û pêşketina wê li derdora Seraqibê, pêk hat.
#Iran's foreign minister @JZarif arrived in Damascus and was welcomed by #Syria's deputy foreign minister in the airport. Zarif will meet Syrian president and foreign minister later in the day. pic.twitter.com/5uw7kA8sg3
— Abas Aslani (@AbasAslani) April 20, 2020
Wezareta Karên Derve ya Îranê jî ragihand ku dê serdana Zerîf a Şamê rojekê bidome da ku nîqaşên dualî, pêşketinên li herêmê û yên meydanî pêk bînin û dê di serdanê de Welîd El-Muellîm jî bibîne.
Zerîf 16ê Nîsana 2019an jî serdana Sûriyê kiribû û bi Esed re civiyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin