Neçîrvan Barzanî: Roja 8 ê adarê li jinan pîroz kir

Neçîrvan Barzanî: Roja 8 ê adarê li jinan pîroz kir

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema roja jinan ya 8 ê adarê peyamekî belav kir û roja jinên Kurdistanê û dinyayê pîroz kir. Barzanî ragihand ku jin di her sehayê de asta xwe bilind dikin û weha got:

“Jinên Kurdistanê di her demê de, bi xebatên xwe yên cuda, tevlî têkoşîna bi bandor bûn. Îro em jinan di temamê dezgeyên Kurdistanê de dibinin û rola wan ya bi bandor heye. Bilindbûna jinan di her sehayê de nîşana zeximbûna bingeha wekheviyê ye. Jin di her wextê de, di şer û felaketên ku hatine serê xelkê me de, di dereca yekem de ew mexdûr bûne. Hîç bûyerekî an felaketekî nikaribû serkeftina jinên Kurdistanê ji şeref, heysiyet, bawerî, jiyan û xebata wan kêm bike.

Me di herêma Kurdistanê de her dem bi heyecan û weka prensîb, di seha mafên mirovan de, di seha demokrasiyê, wekheviyê û mafên jinê de gelek tiştên ji dil kir. Gelek girîng  e ku ev têgeh di temamê sîstema perwerdê de û di pêvajoyan de bicîh bibe.”

Barzanî di peyama xwe de ji xelkê xwest ku tevî bernameya pêşîlêgirtina koronavîrusê bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin