Parêzgarê Hewlêrê dema dawîbûna qedexeyên nav bajêr ragihand

Parêzgarê Hewlêrê dema dawîbûna qedexeyên nav bajêr ragihand

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî radigihand, piştî 24ê Nîsanê piraniya cihên li Hewlêrê di çarçoveya qedexeya çûnûhatinê de hatine girtin, têne vekirin.

Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî îro di civîneke rojnamevanî de derbarê rêkarên qedexeya çûnûhatinê de ragihand, ji sibe ve norîngehên bijîşkî li Hewlêrê têne vekirin.

Sofî diyar kir, ji roja 24ê vê mehê ve jî bazar tên vekirin û biryarê li ser destbikarbûna taksiyên nava bajar jî didin. Herwiha da zanîn ku piraniya cihên girtî jî vedibin.

Parêzgarê Hewlêrê hişyarî da, hîna metirsiya belavbûna vîrusa korona maye û divê welatî pabendî rênimayên xweparastinê bibin.

Firset Sofî got ku qedexeya çûnûhatinê li bajarê Hewlêrê heta nîvê şeva 23ê vê mehê berdewam e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin