Efrîn | 7 DAISî ji zîndana bin kontrola Tirkiyê reviyan

Efrîn | 7 DAISî ji zîndana bin kontrola Tirkiyê reviyan

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku li Efrînê 11 girtî ji zîndaneke komên çekdarên girêdayî Tirkiyê reviyane û di nav wan de 7 çekdarên DAIŞê jî hene.

Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrînê da xuyakirin, 7 çekdarên DAIŞê ji zîndana Raco ya di bin kontrola Polîsê Medenî û Polîsê Leşkerî de ye, reviyane.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Adara 2018an hatibû dagirkirin, di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar de ye û piraniya şêniyên Efrînê yên resen jî neçarî koçberiyê bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan navên çekdarên DAIŞê yên reviyane jî belav kir:

  • Ehmed Tirkî (Ebo Minzir): Çekdarê DAIŞê ye û ji 15. 04. 2019an ve girtî bû.
  • Fewzî Mincî El Kehbî: Çekdarî DAIŞê yê Tunisî ye û ji 06. 06. 2019an ve girtîbû.
  • Elî Mela Elî: Çekdarekî DAIŞê ye û 18. 09. 2019an ve girtûbû.
  • Eymen Muîn El Mihemed (Ebo Qasim): Çekdarekî DAIŞê ye û 17. 04. 2019an ve girtîbû.
  • Mistefa Îsmaîl Nator (El Timêr): Çekdarekî DAIŞê ye û ji 20. 04. 2019an ve girtîbû.
  • Ehmed Yihya Rislan: Çekdarekî DAIŞê ye û 31. 07. 2019an ve girtîbû.
  • Elî Yihya Ebdulah: Çekdarekî DAIŞê ye û ji 02. 08. 2019an ve girtîbû.

Rêxistina Mafên Mirovan herwiha diyar kir, 4 girtiyên din jî bi tometên cuda hatibûn girtin ku navê wan jî wiha ne:

  • Malik Silêman El Îsa: Bi tometa sîxoriya bi rêjîma Sûriyê re ji 10. 05. 2019an ve girtîbû.
  • Mecid Silêman El Îsa: Bi tometa sîxoriya bi rêjîma Sûriyê re ji 10. 05. 2019an ve girtîbû.
  • Mahir Fadil Hac Xidir: Bi tometa teqîn kiriye ji 10. 10. 2019an ve girtîbû.
  • Mihemed Ehmed Dibwanî: Bi tometa gendeliyê ji 31. 10. 2019an ve girtîbû.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin