PeyamaKurd- Dewletên ku dorpêçan bo Qatarê danîbûn, roj bi roj dev ji biryara xwe berdidin. Çad û Senegalê berê dev ji biryara xwe berdabûn lê niha welatê rojhilatê Afrîkayê komara Mauritius jî dev jê berdide û biraya danîna têkiliyên dîplomatîk bi Dohayê re da.
Li gor ragihandina nivîskî ya wezareta karên derve ya Qatarê balyozê Dohayê yê dewleta Mauritiusê Raşid Elî Subeydar nameya baweriyê daye sekreterê giştî yê wezareta karên derve ya Qatarê Ahmed bîn Hesen el-Hamadî. Hamadî ji balyoz re serkeftinê xwest û got bo pêşdebirina têkiliyan çi ji destê wan were wê bo Mauritiusê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin