PeyamaKurd- Weqfa Barzanî ya Alîkariyê, alîkariya xwe gihande penaberên Efrînî yên ku koçî Hewlêrê kirine. Weqfê; xwarin û qlîmayê avê dane penaberan.
Erkdarê “Weqfa Barzanî ya Alîkariyê” yê bi navê Îsmaîl Ebdulezîz ji çapemeniya Kurdistanê re axivî û got ku ev cara sisêyan e ku em alîkariya gelê Efrînê dikin û alîkarî wê bidomin.
Ebdulezîz wiha dewam kir: “Me alîkarî bi 128 malbatan kir. Me pakêtên xwarinê û qlîmayên avê dane wan. Berî niha jî me heman alîkarî bi 63 malbatan kiribû.
Ebdulezîz got ku me ev xebat bi alîkariya Mîrekên Ereban yên Yekbûyî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin