PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî got, “Em ê bersiva gefên li dijî Misir û welatên Ereban bidin.”
Şukrî diyar kir eger gefek li dijî ewlehiya Misirê hebe, dê rastî bersiveke tund bê û li ser destwerdana leşkerî li Lîbyayê got ku wê tiştekî qanûnî be û Misir hewl dide rêya çareseriya siyasî bi kar bîne.
Wezîrê Misrê bibîr xist ku hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê baş helwesta serok Ebdulfettah Sîsî nexwendiye û got: "Em hêvîdar in ku hikumeta Wîfaqê li gorî Peymana El-Suxêrat tevbigere."
Hêjayî gotinê ye, Yekîtiya Erebî û welatên Ereb ên wekî Misir, Siûdî û Îmarat bi taybet ji destwerdanên Tirkiyê yên li Libya, Sûriye û Iraqê nerazî ne ku helwest û tevgerên Tirkiyê wekî zindîkirina xeyala Osmanî û dagirkirina welatên Erebî dinirxînin.
Herwiha wan welatan êrîşên dawî yên ser Başûrê Kurdistanê jî şermezar kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin