PeyamaKurd - Parêzgarê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ku piştî xîyaneta 16ê Cotmeha 2017an ji kar hatibû dûrxistin, vegeriya Herêma Kurdistanê û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Şeva borî parêzgarê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ku dihat gotin li paytexta Lubnan-Beyrûtê ji aliyê înterpol ve hatiye girtin, bi rêya Balafirgeha Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Necmedîn Kerîm îro jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Ofîsa Necmedîn Kerîm jî li ser nûçeyên girtina Kerîm ragihand, ew nûçeyên ku behsa girtina Necmedîn Kerîm dikin, hemû derew in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin