PeyamaKurd - Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar ragihand ku wan ti daxwazên tevlîbûnê ji Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê re neşandine, lê hewleke navdewletî di vê çarçovê de heye.
Herwiha Serokê Desteya Danûstandinan aopozisyona Sûriyê Nesir Herîrî jî got: “Ti behs derbarê lidarxistina Kongreya Riyadê û tevlîbûna HSDê de nîn in.”
Piştî serdana berpirsên Siûdî ya Rojavayê Kurdistanê û hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser û HSDê re, behsa hewlên tevlîbûna HSDê di nava Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê de hate kirin.
Hevserokê MSDê Riyad Dirar li ser mijarê bi daxuyaniyekê ragihand, wan ti daxwaza tevlîbûnê ji Desteya Danûstandinan re neşandiye, lê hewlên navdewletî hene û kar di vê çarçovê de dikin.
Dirar diyar kir, heger danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re cidî bûn û garantiya navdewletî hebin, ew amade ne tevlî Desteya Danûstandinan bibin û beşdarî danûstandinên Cenêvê bibin û bibin beşek ji şanda opozîsyona Sûriyê ya yekgirtî.
Herwiha Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî jî ew yek red kir û got, nûçeyên behsa lidarxistina Kongreya Riyada 3 û beşdariya HSDê tê de tê kirin, nerast in û got, “Wezareta Derve ya Siûdiyê ev yek daxwaz nekiriye. Ev mijar ne li nava Desteya Danûstandinan û ne li derveyî wê desteyê nehatiye gotûgêjkirin. Herwiha ev yek ji aliyê wan ve jî nayê qebûlkirin.”
Hêjayî gotinê ye van demên dawî HSDê dest bi hejmarek guhartinan di nava xwe de kiriye û hejmarek encûmenên leşkerî yên nû damezirandiye ku ev gav jî piştî serdana Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Kendavê Samir El Nebhan û hejmarek berpirsên Amerîkî bo Rojavayê Kurdistanê pêk hat.
Li gor hatiye belavkirin jî, di wê serdanê de hewlên Siûdiyê yên tevlîkirina eşîreyên Ereban di nava rêxistinên siyasî û leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê hebûn.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî doh ragihandibû ku di projeya xwe ya nû de, dê 15 encûmenên leşkerî pêk bînin û nîvê wan û serkirdatiya wan ji xelkê wan navçeyan bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin