Kurdistan car din hejiya

Kurdistan car din hejiya

PeyamaKurd- Li Kurdistana Rojhilat li bajarê Kirmanşahê li navçeya Taze Abadê bi pîvana 5.9 erd hejiya. Zankoya Tehranê navenda sîsmolojiyê ragihand ku navenda erdhejê navçeya Taze Abade û di 14.37an de hejiya ye û 8 km di bin erdê de çebûye.

Nehat gotin bê li deverê tiştek bi can û malên xelkê bûye an na lê tîmên rizgarkirinê bo herêmê hatine şandin.

Ne tenê li Kirmanşahê lê li eyaleta Hurmuzganê, li navçeya Rûyderê serê sibê bi dereca 5.7 de erdhej çêbû bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin