PeyamaKurd - 18emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê li Parka Samî Ebdulrehman a paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr 21ê Cotmehê deriyên xwe vedike. Pêşangeh wê heta 31ê mehê berdewam bike.
Pêşengeha Pirtûkan ji aliyê Dezgeha Meda ya Çand û Hunerê ve, bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskar û Wêjevanên Iraqê, bi hevahengiya Komeleya Weşangerên Iraqê û di bin çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de tê birêvebirin.
Xula îsal di bin durişma "Ez Kurdistanî me" de birêve diçe. Di pêşangehê de zêdetirî 400 dezgehên çap û weşanê ji 18 welatên cuda beşdar in û zêdetirî milyonek sernavên pirtûkan di warên wêje, raman, zanist û warên cuda yên zanînê de pêşkêşî xwendevanan dikin. Berhem bi zimanên kurdî (bi zaravayên cuda), erebî, îngilîzî, fransî, almanî, farisî, tirkî û gelek zimanên din li ber destê mêvanan dibin.
Wek derfetek ji bo hezkiriyên xwendinê, weşanxaneyên beşdar dê di rojên pêşangehê de li ser hejmareke mezin ji pirtûk û belavokan daxistina ji sedî 50 zêdetir pêşkêş bikin.
Durişma "Ez Kurdistanî me" ji nêrîneke kûr a çandî tê ku rêzê li nasnameya kurdî digire. Ev nasname wek pêkhateyeke şaristanî ya vekirî tê dîtin ku kokên xwe ji dîrok, ziman, bîr û bowerî, wêje, cilûberg, mûzîk û hunerê werdigire; di heman demê de nirxên pêkvejiyanê, pirrengiyê û vekirîbûna li hemberî yên din tekez dike.
Ev diruşm serbilindiya bi xwedîderketina li nasnameya mirovî û çandî nîşan dide ku wek pirekê ye di navbera gel û çandan de, herwiha wêneya nûjen a çanda kurdî ya ku bi derdora xwe ya Iraqî, herêmî û navneteweyî re di nav danûstandinê de ye, derdixe pêş.
Herwiha di çarçoveya kampanyayeke çandî û hunerî de ku ligel pêşangehê birêve diçe; tekstên wêjeyî û helbestî, hunerên dîtbarî, dîzayn, wêne û pêşandanên folklorî tên nîşandan, da ku serdanker hêmanên dewlemend ên nasnameya kurdî ji nêzîk ve bibînin.
Bernameya çandî ya îsal gelekî berfireh e û zêdetirî 90 çalakiyan li xwe digire; ji wan panelên fikrî û wêjeyî, danûstandinên rûbirû ligel nivîskar û ronakbîran, çalakiyên îmzekirina pirtûkan û ahengên muzîkê yên bi çend zimanan.
Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê ji 21 heta 31ê Cotmeha 2026an, rojane ji saet 10:00ê sibehê heta 20:00ê êvarê dê deriyên xwe li pêşiya mêvan, xwendevan û hemû hezkiriyên pirtûkê vekirî bihêle.