PeyamaKurd- Li welatê Avûstûryayê xebatên 7 mizgeftan hatin rawestandin ku di nava wan de mizgeftek ji wan jî ya Tirka ye. Bi sedema ku ji derveyê welat debara wan têkirin, hukumeta Avûstûrya biryarê da ku 60 îmaman jî derxin derveyê welat. 2 îmamên ku bi ser Serokatiya Dîyaneta Tirkiyê ve bûn, îzna îqama wan hat betalkirin.
Serokwezîrê Avûstûryayê Sebastian Kurtz ragihand ku “di çarçova têkoşîna bi îslama siyasî” de, 7 mizgeftên ku li welatê wan xebatê dikin hatin girtin û gelek îmamên ku maaşên wan ji derveyê welat tên dayîn, biryara wan hat dayîn ku wan derxin derveyê welat.
6 mizgeftên ku xebatên wan hatine rawestandin, mizgeftên Erebane û bi baweriya xwe selefîne. Her 6 mizgeft yên Rêxistina Kulturî ya Ereban e. Di wan de fikrên tund tên meşandin. Mizgefteke ji wan ya Tirka ye û tê de fikra netewepestî ya Tirk tê meşandin. Xebata xwe, di derveyê Cemaeta Avûstûrya ya Îslamî de dimeşîne.
Wezîrê karê derve yê Avûstûryayê ragişhand ku di sala 2015an de qanûnekî derxistine û îmamên ku ji derve de maaş bistînin, li gor qanûn nabe û hatiye qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin