PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi sedema koça dawî ya Mîrê Êzdiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg peyameke serxweşiyê belav kir.
Serok Mesûd Barzanî ragihand, “Jidestdana Mîr Tehsîn Beg ziyan û valahiyeke mezin e ji bo xwişk û birayên Êzîdiyan û ji bo me hemû aliyekî. Li vir, hêvîdar in bi hîkmet û hewla hemû aliyek ew valahî bê tijîkirin û tebayî û birayetiya di navbera hemû Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê de bi hêztir û kûrtir bê kirin.”
Peyama Serok Barzanî:
“Berî sibehiya roja dûşem 28.01.2019 Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê koça dawî kir. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyên xwe pêşkêşî malbata Mîr û kesayetiyên ola Êzîdî û hemû xuşk û birayên Êzîdiyên li Kurdistan û Cîhanê û her wiha li gelê Kurdistanê dikim. Ji xwedayê mezin hêvîkar im rûh û giyanê xwedê jêrazî Mîr Tehsîn bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û hedarê bi hemû aliyek bibexşê.
Jidestdana Mîr Tehsîn Beg ziyan û valahiyeke mezine ji bo xuşk û birayên Êzîdiyan û ji bo me hemû aliyekî ye. Li vir da hêvîdarîn bi hîkmet û hewla hemû aliyek ew valahî bê tejî kirin û tebayî û birayetiya di navbera hemû Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê bi hêztir û kûrtir bê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin