PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu piştî geşedanên li Îsraîl û Filistînê, daxuyaniyeke balkêş da û got ku ji ber ku Îsraîlê li dijî gelê Filistînê komkujî kiriye; divê di Dadgeha Cezayan ya Navnetewî de were darizandin.
Piştî ku Amerîkayê Quts wekî paytexta Îsraîlê qebûl kir û Konsulxaneya xwe ya li Îsraîlê bire Qutsê, gelê Filistînê çalakiyên protestoyan li dar xistin û di van çalakiyan de 61 kesên Filistînî hatibûn kuştin û bi hezaran jî hatibûn birîndarkirin.
Piştî van geşedanan navbera Tikiye û Îsraîlê jî xira bû û her du dewletan li ser çapemeniyê hevdu sûcdar kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin