Smotrich: Divê Xeta Zer a Xezeyê û Çemê Lîtaniyê bi Îsraîlê ve bên girêdan

Smotrich: Divê Xeta Zer a Xezeyê û Çemê Lîtaniyê bi Îsraîlê ve bên girêdan

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê rastgir ê Îsraîlê Bezalel Smotrich beriya hilbijartinên parlamentoyê yên ku tê payîn di 27ê Mijdarê de bên lidarxistin, got ku divê Îsraîl li Şerîaya Rojava jî dest bi şerekî berfireh bike û wiha axivî: "Tiştên me li Xezeyê kirin, divê em li vir jî bikin."

Smotrich her wiha banga rakirina Rêveberiya Filistînê kir ku li Şerîaya Rojava xwediyê hin desthilatên sînorkirî yên sîvîl û ewlehiyê ye.

Di berdewamê de Smotrich li dijî peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya DYAyê di navbera Îsraîl û Libnanê de hatibû îmzekirin derket û diyar kir ku ew dixwaze "Xeta Zer" a li Xezeyê û herêma heta Çemê Litaniyê ya li Libnanê rasterast bi Îsraîlê ve bên girêdan.