PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di Zîrweya G20an a li Arjantînê de diyar kir, Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo li Cenevreyê Komîteya Destûra Sûriyê were avakirin kar dikin.
Pûtîn li civîna BRICSê li ser mijara Sûriyê wiha axivî: “Ji bo pêkanîna îstiqrarê li Sûriyê, pêwîst bi bi pêvajoyeke siyasî ya rastîn heye. Rûsya bi vê mebestê bi şirîkên xwe yên Îran û Tirkiyê re di çarçoveya formata Astanayê de dixebite. Dê di demeke kin de Komîsyona Destûrê ya Cenevreyê pêk bînin.”
Serokê rûsî herwiha di axaftina xwe de, bal kişand ser başkirina aboriya Sûriyê û vegera penaberan û ji welatên din jî alîkarî xwest.
Hêjayî gotinê ye, di gera 11mîn a hevdîtinên Astanayê de ku 29-30yê vê mehê encam dan de, hersê welat di xebatên avakarina komîsyona destûra Sûriyê de bi ser neketin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura, di daxuyaniya xwe ya herî dawî ya beriya karvekêşana erka xwe de, ragihand Rusya, Îran û Tirkiye di civînên Astana û Soçiyê de ji bo çaraserkirina krîza Sûriyê bi ser neketine û wekî cihê çareseriyê dubare civînên Cenevreyê destnîşan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin