PeyamaKurd - Berpirsê hilbijartinan ê PDKê li Mûsilê Menaf Hesen dibêje, ji ber biryara Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, ku 200 sinduqên koçberên Mûsilê hesab nekirin, 2 kursiyên parlamentoyê ji PDKê hatin stendin.
Menaf Hesen ji malpera PDKê re ragihand: “Koçberên parêzgeha Neynewa (Mûsil) ku li Herêma Kurdistanê ne, Komîsyona Hilbijartinan biryar da ku dengên wan neyên hesabkirin, ku 224 sinduq in û xelkê Şingal û Mûsilê ne. Ji ber wê yekê PDK 2 kursiyên parlamentoyê jidest daye ji ber ku ew deng zêdetir ê Kurdên Êzdî bûne û dengê wan bo PDKê bûye.
Hesen wiha got: “Li gorî zanyariyan 50 hezar dengên PDKê hatine şewitandin û hemû yê kampan bûye û bi vê yekê zilmeke mezin li PDKê hatiye kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin