PeyamaKurd - Dadgeha Navendî ya Gendeliyê ya Iraqê parlamenterê lraqê Muhemmed Furman El-Cebûrî bi tawanbariya "dewlemendbûna neqanûnî" bi heft salên girtîgehê ceza kir.
Di biryara dadgehê de her wiha hat xwestin ku El-Cebûrî 28 milyar dînârên Iraqî (nêzîkî 21.5 mîlyon dolarî) bide dewletê û dest danîn ser tevahiya mal û milkên wî.
Bi vê biryarê re, El-Cebûrî bû sêyemîn parlamenterê ku di vê meha Îlonê de ji ber dozên gendeliyê tê cezakirin, ku ev yek di çarçoveya operasyona "Serê Sibehê" ya li dijî gendeliyê de wekî pêngaveke girind tê nirxandin.