Buldan: Abdullah Öcalan bi birayê xwe Mehmet Öcalan re hevdîtin kir

Buldan: Abdullah Öcalan bi birayê xwe Mehmet Öcalan re hevdîtin kir

PeyamaKurd- HDP ê ragihand ku Mehmet Öcalan ê birayê serokê PKKê Abdullah Öcalan, çûye seredana birayê xwe Abdullah Öcalan û pêre hevdîtin kiriye. Wê di nav çend rojan de, li ser hevdîtinê beyanek bê dayîn.

Hevseroka Partiya Gelan Pervîn Buldan di babeta hevdîtinê de beyanekî di ser hesabê navenda partiyê ya twitterê de, do bi şev da. Buldan weha got:

“Birêz Abdullah Öcalan û birayê xwe Mehmet Öcalan îro hevdîtinekî pêkanîn. Tenduristiya Öcalan başe. Em ê di nava çend rojan de bi hûrahî agahiyan bidin xelkê xwe.”

Li rexê dinê parlementerê HDP ê yê Rihayê Ömer Öcalan ragihand ku Mehmet Öcalan bi birayê xwe re, bi serokê PKK ê Abdullah Öcalan re hevdîtin kiriye. Öcalan got ku hevdîtin di derbarê agahdarkirina halê tenduristiyê û jiyana Öcalan de bû. Têkiliya hevdîtin û tecrîdê bi hev tine ye.

Parlementerê HDP ê Ziya Pîr jî hevdîtinê piştrast kir û got: “Bi xêra dîlên di gerava birçîbûnê de serkeftin çêbû. Leyla Güven ya di greva birçîbûnê de û zîndaniyên din biserxistin. Her bijî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin