Mesrûr Barzanî tevlî pêsengeha wêneyan ya salvegera avakirina Çînê bû

Mesrûr Barzanî tevlî pêsengeha wêneyan ya salvegera avakirina Çînê bû

PeyamaKurdî- Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û heyeta pêre tevlî vekirina pêşengeha Çînê ya ku li Hewêrê bi sedema salvegera avakirina 70emîn dewleta Çînê, bû. Bi tevlîbûna balyozê Çînê yê Hewlêrê pêşengeha wêneyan hat vekirin.

Di pêşengehê de balyozê Çînê yê Hewlêrê Ni Ruchi, di derbarê pêwendiyên herêma Kurdistanê û Çînê de beyanan da. Ni Ruchi, ragihand ku dewleta Çînê di dinyayê de xwediyê aboriya mezin ya duyemîne û aqara welatê Çînê salane 30 trîlyon dolar e.

Balyoz got ku dewleta wan di siyaseta derve de xwediyê siyaseteka aştiyane ye û welatê wan tevlî karên hundir yên dewletên din qet nabe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin