PeyamaKurd - Bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 3yê Tebaxa 2026an de ji bo salvegera 12emîn a Jenosîda Êzidiyan û Komkujiya Şengalê merasîmeke taybet a bîranînê hat li dar xistin.
Eşkere ye ku di 3yê Tebaxa 2014an de çeteyên DAÎŞê piştî dagirkirina Mûsilê êrîşî navçeya Şengalê û derdorê kirin ku ev yek bû fermana herî dawî li dijî kurdên êzidî.
Hat ragihandin ku beşeke mezin a welatiyan bo rizgarkirinê xwe spartin Çiyayê Şengalê û piştre bi rêya derîyê sînorî yê Fîşxabûrê derbasî Herêma Kurdistanê bûn; detayên van êşên dîrokî di merasîmê bibîranîn.