PeyamaKurd – Ji berpirsekî YNKê hat ragihandin, ji bo aramiya Kurdistanê lazim e PDK û YNK bi hev re bin. Li ser hilbijartinan jî heman berpirsê YNKê dibêje, hilbijartin bên paşxistin baştir e.
Ji endamê rêveberiya YNKê Rehberê seyîd Îbrahîm, ku çend roj berê bû berpirsê buroya medyayê ya YNKê, li ser tifaq û hevalbendiya YNK û PDKê diyar kir, ku hevkarî û hevalbendiya YNK û PDKê pêwîst û girîng e ji ber ku eger bêyî wan her du partiyên siyasî, Kurdistan ne aram dibe ne jî tê birêvebirin.
Rehberê seyîd Îbrahîm her wiha got, di navbera PDK û YNKê de rêkeftin jî heye û nehatiye hilweşandin û divê her dem ev rêkeftin hebe.
Herwiha wî rayedarê YNKê li ser hilbijartinên Kurdistanê jî got, bi nêrîna min hilbijartin bên paşxistin baştir e. Piştî hilbijartinên parlamentoyê, hilbijartinên encumenên parêzgehan heye. Bi ya min bila her du hilbijartin bi hev re bên kirin, bo wê jî lazim e hilbijartinên parlamentoyê bên paşxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin