PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf got ku mafê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo nîne mudaxele bi têkiliyên navbera Iraq û Îranê bike. Zarîf piştî gera bo 5 rojan bo Iraqê, seredana Necefê kir û li wê derê bo rojnamevanan got ku hêj Amerîka nehatibû danîn, di navbera Iraq û Îranê de têkilî hebûn û wê dewam bikin.
Zarîf got ku her pêdiviyên bazara Iraqê li Îranê heye û Îran dikare aboriya Iraqê xurt bike. Her weha behsa tûrîzma baweriyê kir û got her sal 6 mîlyon Îranî Iraqê ziyaret dikin û rakirina vîzeyan ya navbera her dû dewletan di rojevê de ye.
Pompeo di seredana hefteya borî ya bo Iraqê ragihandibû ku divê di seha enerjiyê de Iraq xwe ji Îranê rizgar bike û bibe serbixwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin