PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê yê berê Mike Pompeo tevlî bernama TV ya Fox Newsê bû û hem di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku eger Îran li Buhira Hurmizê li Amerîkayê bixe, wê agirê dojehê bi ser wan de bibare. Pompeo di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:
“Îran di zorê de ye. Eger li Hurmizê li keştiyekî Amerîkayê bixin an li keştiyekî di bin refaqeta Amerîkayê de bixin, hun dikarin bawer bibin ku wê agirê dojehê bi serê wan de bibare.
Tiştekî tekez heye: Ev rewş ji bo rejîma Îranê an ji bo hevkarê Îranê ji bo Pekînê, dê encamekî baş nîn be.”