PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li herêma Tengava Hurmizê du dronên êrîşê yên Îranê ku geşta keştiyên navdewletî dixistin bin rîskê, xistine.
Di daxuyaniya CENTCOMê de hat diyarkirin ku hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bi cih bûne, ji bo parastina ewlehiya deryayî ev pêngav avêtine.
Herwiha hat tekez kirin ku leşkerên wan li hemberî her cûre çalakiyên êrîşkariyê yên Tehranê di rewşa amadebaşiyê de ne.