PeyamaKurd - Li bakurê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rûbirûyî êrîşeke nû ya dronî bûn.
Li gorî zanyariyên herêmî, du dronên ku dixwestin baregeha Qesrîkê bikin armanc, ji aliyê pergalên berevaniyê yên Amerîkayê ve hatin xistin.
Hat ragihandin ku dronên êrîşkar ber bi baregeha Qesrîkê ya girêdayî Hevpeymaniya Navneteweyî ve dihatin, lê beriya ku bigihîjin armanca xwe, li nêzî bajarokê Til Beyderê hatin dîtin û di asman de hatin teqandin.