PeyamaKurd - Di çarçoveya bicihanîna xalên rêkeftina 29ê çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Şamê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Hesekê û ser rêya navdewletî ya M4ê dest bi belavbûnê kirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji doh êvarî ve li ser xalên sereke yên ketina bajarê Qamişloyê, rêya Til Temir - Qamişlo û rêya Amûdê - Qamişloyê hêzên ewlehiyê hatine bicihkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku Hêzên Operasyonan ên Asayîşê bi hevahengiya bi hikûmetê re xalên kontrolê yên hevbeş ava kirine û di rojên pêş de endamên tevlîbûyî dê cilûbergên fermî yên Hêzên Navxweyî yên hikûmetê li xwe bikin.