Ji Pentagonê ji bo F-35an daxuyaniyeke nû

Ji Pentagonê ji bo  F-35an daxuyaniyeke nû

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) piştî daxuyaniyên rawestandina firotina balafirên cengî yên F-35an ragihand ku dê perwerdeya pîlotên tirk li Baregeha Luke ya Hewayî berdewam bike.

Li gor nûçeya Reutersê Pentagonê ragihandiye ku dê perwerdekirina pîlotên tirk bo F-35an li Baregeha Luke ya Hewayî berdewam bike.

Beriya niha li ser kirîna S-400ên rûsî, Amerîkayê biryar wergirtibû ku ji ber xeteriya bo hevpeymana NATOyê, F-35an nede Tirkiyê û hin dorpêçên din jî li ser Tirkiyê bisepîne.

Hêjayî gotinê ye, danûstandinên Tirkiye û Amerîkayê ji bo lihevkirinê berdewam dikin û doh jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û hemkarê wî yê Amerîkî Mike Pompeo li Washingtonê civiyabûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin