Berya hevdîtinan dê 50 Hûsî bên berdan

Berya hevdîtinan dê 50 Hûsî bên berdan

PeyamaKurd- Berya ku li Cenevreyê muzakereyên di navbera her dû terefên Yemenê de bên kirin, 50 birîndarên Hûsiyan wê ji Yemenê bên şandin bo Ummanê. Şandina van kesan bi navbeynkariya Neteweyên Hevgirtî çêdibe.

50 birîndarên ku wê ji payîtexta Yemenê ji Sanayê bo payîtexta Ummanê Maskatê bên şandin, wê bi wan re 50 refakatkar hebin û 4 doktor jî bi wan re herin. Herkes li bendê ye ku hevdîtinên Cenevreyê roja çarşemê destpêbikin. Hevdîtin wê di bin serokatiya temsîlkarê taybet yê NH bo Yemenê konsolos Martin Griffiths ve bê birêvebirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin